Artêşa Tirkiyê 5 welatiyên Efrînê direvîne

Hêzeke Tirkî ligel grûpeke çekdar, bi ser gundekî Efrînê de girtin û 4 mêr û jinekê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzeke Tirkî ligel grûpeke çekdar, bi ser gundekî Efrînê de girtin û 4 mêr û jinekê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, îro berbangê hêzeke Tirkî û Polîsa Azad ya navçeya Şera bi ser gundê Metîna de girtin û derbasî hejmarek malên gundiyan bûn û pişknîn kirin.

Wê rêxistinê ragihand, bi bihaneya ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, her yek ji Ferhad Reşîd Hec Ebdo, Îsam Ebdilhenan Omer, Reşîd Sîdo Reşo, Idrîs Henan Xelîl û jina bi navê Fîdan Husên Hemo binçav kirin.

Grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê ji dema dagîrkirina Efrînê ve, bi bi bihane û hincetên cuda û ne rast bi hezaran welatiyên Kurd direvînin û eşkence didin.

 

S. B