CHP li 81 bajarên Tirkiyeyê xwenîşandan dike

CHP îro ji bo şermezarkirina êrîşa dijî serokê xwe Kemal Kiliçdaroglu li 81 bajarên Tirkiyeyê xwenîşandan dike.

K24- Hewlêr

CHP îro ji bo şermezarkirina êrîşa dijî serokê xwe Kemal Kiliçdaroglu li 81 bajarên Tirkiyeyê xwenîşandan dike.

Partiya Gel a Komarê CHP bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand: Ewê îro li 81 bajarên Tirkiyeyê seet 12:00an de bi awayek hevdem derkevin kolanan û êrîşa dijî Serokê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu şermezar bikin. CHP banga beşdariya xwenîşandanan li endam û alîgirên xwe kir.

Ji alîkî din ve Jûra Bizîşkên Tirkiyeyê jî eşkere kir ko ewê dijî faşîzmê hevkariya xwe ji bo Kemal Kiliçdaroglu nîşan bidin û li Meydana Şîşhaneyê ya Stenbolê kom bibin.

Duh komeke nîjadperestên Tirkiyeyê, di rewresma veşartina leşkerên ko di şerê PKKyê de canê xwe ji dest dane de, êrîşê Kiliçdaroglu kiribûn.