Nîgarên Da Vinci yekemcar li Stenbolê hatin pêşandan

Leonardo Da Vinci di 500 saliya xwe de li Stenbolê bi konferansekê hate bibîranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Leonardo Da Vinci di 500 saliya xwe de li Stenbolê bi konferansekê hate bibîranîn. Di konferansê de Prof. Alfredo Buccaro yekemcar nîgarên ku bi destê Da Vinci hatine xêzkirin raberî beşdaran kir û got; ew ne tenê hûnermend her wisa avasaz û endezyarekî serkeftî yê vê cîhanê bû.

Di çarçoveya çalakiyên 500 saliya Leonardo Da Vîncî de wek li hemû cîhanê li Stenbolê jî çalakî birêve diçin. Prof. Alfredo Buccaroyê navdar piştî çalakiyên li Tehranê, li Stenbolê der heqê Leonardoyê di Kodeksên Napoliyê de û pêywendiya wî ya bi ronenasê re konferansek birêvebir. Buccaroyê ku wergera kodeksên Leonardo Da Vîncî kiriye, di heman demê li ser aliyên Leonardo ku nayên zanîn jî hin belge ragihandin. Ji bilî aliyê hûnerî yê Da vîncî ku em pê zanin, li ser aliyê wî yê mîmarî û endezyariyê û pêywendiya wî ya bi welatên Rojhilat re jî ku wek pirakê tê binavkirin, di nava Rojava û cografyaya ROjhilat de beşdar agahdar kirin.

Wergêrê Kodeksên Leonardo Da Vîncî Prof. Alfredo Buccaro ji K24ê re got: "Pir û Birca Galtayê delîla herî mezin ya Leonardoye ku bi Rojhilat re pêywendî daniye. Digel vê yekê tekstên ji Yewnanîstana Helînîst ku derbasî Bîzansê bûne û bi şûnde jî bo Arebî hatine wergerandin ên li ser optîk, hîdrolîk û mekanîkê careke din ji Arebî bo Yewnanî û Latînî û ji wir bo Îtalyanî hatine wergerandin ji aliyê Leonardo ve. Ev kodeksên min nîşandan ew in ku yekem car tên nîşandan. Loma ji vê yekê jî diyar e pêywendiyeke xurt ya Leonardo hebûye bi welatên Rojhilat re. Yanî ew ne tenê hûnermend di heman demê avasaz û endezyarek serkeftî bû."

Welatiyên beşdarî konferansê bûn jî diyar kirin, wan yekem car ji bilî aliyê hunermendî yê Leonardo Da Vîncî vê carê, bi saya Prof. Alfredo Buccaro hînî aliyên wî yên avasazî û endeyariyê jî bûne. Û ji bilî muzaxaneyan yekemcar kodeksên Leonardo ên di vî warî de jî li vê derê dîtinê   

Welatî Sevgî Bali: "Min heta niha Leonardo bi tenê wek hûnermendekî dizanibû. Lê îro fêr bûm ku ew di heman demê de hem avasaz û hem jî endezyareke. Mamoste jî ev aliyên Leonrado baş rave kirin. Min berê jî li muzexaneyan hin kodeks dîtibûn bi zindî. Lê haya min ji kodeksên îro nîn bû yanî nîgarên ku Leonardo bi destê xwe çêkirine. Mirov bi kelecan dibe dema tiştên nû ên Leonardo dibîne."

Welatî Emre Înce: "Konferanseke gelekî balkêş bû, bi taybet jî, aliyê destnivîsên Koratsa û kodeksên wî. Dîsa ew kodeks yanî destnivîsên Leonardo ên ku profesor hilbijartibûn û raberî me kirin jî gelekî serkeftî û serincrakêş bûn."

Leonardo di ser Piero da Vinci, di serdema ronesansê de jiyaye û yek ji fîlozof û astronomîzan, avasaz, endezyar, mucîd, matematîkzan, muzîkjen, peykertraş, botanîkzan û wênesazê herî giring yê serdema hezarfena Îtalayayê ye. Di 15ê Avrêla 1452an de li Îtalyayê jidayikbûye û di 2yê Gûlana 1519an de jî çûye ser dilovaniya xwe. Berhemên wî yên ku herî zêde tên naskirin jî Mona Lisa û Xwarina Dawîn ya Şevê ye.