Bi sponseriya medyayî ya K24ê marathonek li Helebce birêve çû

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro 17ê Adarê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebce, marathonek li Helebce birêve çû û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro 17ê Adarê di 31emîn salvegera kîmyabarana Helebce, marathonek li Helebce birêve çû û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.

Marathon ji pêş deriyê parka navçeya Sîrwan destpê kir û li pêş Kolîja Perwerdeya Werzişê ya Zanîngeha Helebceyê bidawî hat.

Seroka Encûmena Gencên Kurdistanê Pêlan Ebdula ragihand, dirêjahiya marathonê 5 K.M bû wek amajeyekê ji hejmara şehîdên Helebce yên 16ê Adara 1988an bi çekên kîmyayî hatine şehîdkirin.

Ragihand jî, ev sala sêyem e li ser hev marathon tê encamdan, Encûmena Gencên Kurdistanê bi hevbeşî bi Zanîngeha Helebce û 48 rêxistinên din ên parêzgeha Helebceyê birêve dibe.

Hejmarek mezin xelkê û xwediyên pêwîstiyên taybet jî beşdarî marathonê dibin û xelat li kesên yekem, duyem û sêyem yên serkeftî li ser asta kuran, keçan, xwedî pêwîstiyên taybet hatin belavkirin.

 

 

S. B