Nizamettin Taş: Qendîl daxwazên Ocalan bicih nake

Siyasetmedar Nizamettin Taş beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser Hilbijartina Şaredariya Stenbolê û hevdîtin û daxûyaniya Ocalan nirxandin kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Nizamettin Taş beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser Hilbijartina Şaredariya Stenbolê diyar kir, di navbera Ak Partî (tifaqa Cumhur) û CHPê de, Şaredariya Stenbolê bi 14 hezar deng ket destê CHPê, ev rêje ji hev nêzîk e. Nêzîkî yek milyon û nîv dengên Kurdan li Stenbolê hene, Kurd bi kîjan aliyê re bigire, dê ew alî biser bikeve.

Li ser pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê got: Şansê Kurd di siyaseta Bakurê Kurdistanê gelekî stratejîk e, heger Kurd vî çekî bikar bîne, pirsa Kurd dikare bê çareserkirin û dikare bibe hevparê îqtîdarê jî. Lê HDP/Qendîl di pencereya Kurdî re li pirsan nanêrin, ji ber wê, ew hêza stratejîk a ketiye destê Kurd, sûdê jê nabînin.

Herwiha got: Ji bo Kurd û Kurdistan, hilbijartin ne armanceke stratejîk e, divê Kurd ne ji bo Tirkiyê bixe destê xwe, belkû ji bo pirsa Kurdî vî çekî bikar bîne. Madem bê Kurdan kes nikare îqtîdar be, heger li ser vê bingehê kar bikin û ne bi îdolojîk, belkû bi siyasî li pirsê binêrin û bi îqtîdarê re tifaq çê bikirina, ewqas girtin û êş çê nedibûn û eger hebû ku bibana hevparê îqtîdarê jî.

Li ser hevdîtina parêzeran bi Ocalan re, Nizamettin Taş got: Hevdîtina berî hilbijartina ya Mihemed Ocalan û ya vê care jî, Qendîlê rê hevkar nebû ku peyamên Ocalan belav bibe. Di dîroka PKKê de yekem car e Qendîl naxwaze peyama Ocalan li Îmraliyê dide, belav bibe.

Herwiha got: Ak Partî dizane bê dengê Kurd Şaredariya Stenbolê wernagire. Di navbera Ak Partî û HDPê de ti kontak nemaye. Ak Partî li ser bingeha dijayetiya Kurdan siyast dike, HDP jî mexdor e û bi hezaran endamên wê girtî ne û ti zemîneya piskolojî ku Kurd deng bide Ak Partî nemaye, li vir Ocalan dikar rol bigire, lê di navbera Ocalan û Qendîlê de nakokî heye. Qendîl dibêje, emê bi şer dewleta Tirkiyê tune bikin, ne pirsa Kurdî bi siyasetê çareser bikin. Ocalan dibêje, bi siyaset û riyên demokratîk û aştî pirs werin çareserkirin.

Li ser peyama Ocalan a derbarê HSDê de ku gotibû: “Divê HSDê hestiyariya Tirkiyê li ber çav bigir”, Nizamettin Taş got: Amerîka rê nade rêjîma Sûriyê veger rohilatê Firatê. Di destûra Sûriyê de Kurd nîn e. Rêveberiya Xweser çend sal in heye û bi hezaran şehîd dane û destkeft ketine destê wê, ji vir û pê ve vegerandin nîne. Herwiha Amerîka, Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê heye û şerekî Rojhilata Navîn heye û herwiha Kurd jî heye, di van şert û mercan de tiştê Ocalan xwastiye, tenê daxwazî ye, lê ti aliyek hestiyariyê li ber çav nagire.

 

 

S. B