Termê Mîrê Êzidiyan gihîşt Herêma Kurdistanê

Îro Duşemê termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ji Almanya bigihe Herêma Kurdistanê û biryar e termê Mîr Tehsîn sibe li devera Şêxan bi xakê bê spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ji Almanya bigihe Herêma Kurdistanê û biryar e termê Mîr Tehsîn sibe li devera Şêxan bi xakê bê spartin.

Îro firokeyekê ku termê Mîr Tehsîn hilgirtibû gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û li ser rasperdaya Serok Barzanî rêwresmek taybet û fermî bo pêşwazîkirin li termê Mîr Tehsîn Beg hat birêxistin û berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê û nûnerên konsolxane û balyozxaneyên welatên biyanî li Kurdistan û Iraqê beşdarî rêwresmê bûn.

Roja Duşema bûrî 28ê Çile Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Begê di temenê 86 saliyê de li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kiribû.

Mîr Tehsîn Beg 15ê Tebaxa 1933an li baedrê ya ser bi qezaya Şêxanê jidayik bûbû.

Piştî koça mirina bavê wî, di dawiya meha Tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de bû Mîrê Êzidiyan.

Di Nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanîkirin.

Di destpêka sala 1960î de û ta Tebaxa 1961an ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûnkirin.

Di dema destpêkirina Şoreşa Îlonê di sala 1961an de, hat zîndanîkirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin.

Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû.

Di sala 1975an de ber bi Brîtanyayê ve çû û 7 salan li Londonê ma.

Roja 9. 9. 1981an vegeriya Iraqê.

Du caran rastî êrîşa kuştinê hat û du caran jî birîndar bû. Cara yekem roja 18ê Sibata 1992an li navbera Mûsil û Şêxanê. Cara duyem jî roja 22. 9. 2003an li navbera El-Qoş û Şêxanê. 

Hevdîtin ligel hejmarek mezin ji Padîşah, Serok û siyasetmedarên cîhanê re kiribû, Papayê Vatîkanê jî dît û berevanî li mafê Êzidiyan kir.

Sindoqeke xêrxwaziyê bi navê xwe dirust kiriye û dahatê wê bo perestgeha Laleşê terxan kiriye.

Hejmarek ji xelat û rêgirtinên navdewletî yên derbarê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê wergirtiye.

 

 

S. B