Rêveberiya Xweser: Encamên civînên Astanayê, ne ligor berjewendiya gelê Sûriyê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê encamên civînên Astana red dike û radighîne, ew encam ne ligor berjewendiya gelê Sûriyê ne.
Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku encamên civînên Astanayê, ne ligor berjewendiya gelê Sûriyê ne. Herweha Rêveberiya Xweser da zanîn, ku ew hertim û ji her alî zêdetir, piştevaniya yekperçeyiya xaka Sûriyê dikin. Rêveberiya Xweser projeyek Sûrî ye û yekperçeyiya xaka Sûriyê diparêze. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe dibêje, diviyabû civînên Astanayê, sînorek ji kiryarên Tirkiyê yên li Sûriyê re danî ba.
C.B