YNK behsa dema yekem civîna YNK û PDKê dike

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ta niha dema civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê nehatiye diyarkirin, lê aliyên sereke ji bo pêkanîna hikûmeta nû, PDK û YNKê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, ta niha dema civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê nehatiye diyarkirin, lê aliyên sereke ji bo pêkanîna hikûmeta nû, PDK û YNKê ne.

Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre derbarê hebûna du cîgiran ji Serokê Hikûmetê re got: “Ta niha bi fermî behsa hebûna du cîgiran yan zêdetir ji Serokê Hikûmeta nû re nehatiye kirin. Em bi wê yekê re ne ku hejmara wezaretan bê kêmkirin.”

Piştî 20 rojan ji ragihandina encamên fermî yên hilbijartina 30î Îlona 2018an re, ta niha guftûgo û danûstandin ji bo pêkanîna kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye.

Li gor encamên hilbijartinê, PDK xwedî 45 kursî ye, partiya yekem a Kurdistanê ye û pêkanîna hikûmetê pê tê spartin, lê ta niha wê partiyê bi aliyên din re dest bi civînan nekiriye.

Berpirsên PDKê radigihînin, niha di nava wê partiyê bi xwe de guftûgo li ser çawanî û şêwaz kabîneya nû tê kirin.

 

S. B