58 Sal di ser karesata Sînema Amûdê re derbas bûn

Piştî pêncî û heşt salan ji karesata şewata Sînema Amûdê li Rojavayê Kurdistanê, heya niha jî ti lêkolîn derbarê sedemên wê karesatê nehatiye kirin ku di encamê de, bêtirî 280 zarokên Kurdan jiyana xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî pêncî û heşt salan ji karesata şewata (Sînema Şehrezad) li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, heya niha jî ti lêkolîn derbarê sedemên wê karesatê nehatiye kirin ku di encamê de, bêtirî 280 zarokên Kurdan jiyana xwe jidest dan.

Tevî derbasbûna van salên dûr û dirêj, hîn jî çend rizgarbûyên wê karesatê, wê roja reş bibîr tînin û bi hûrî behsa wê rojê dikin.

Dr. Luqman ku birayê û 7 pismamên wî di nav agir de şewitîn, wê rojê weke pirseke vekirî bê dawî dibîne û ji Kurdistan24ê re got: Heya niha ne ji aliyê Hikûmetên Sûrî ve û ne jî ji aliyê rêxistinên navdewletî lêkolîn li ser wê karesatê nehatiye kirin.  
Ji aliyê xwe ve, Tirkiya Xanim ku birayek û pismamên wê di Sînemê de şewitîbûn, ji K24ê re got: Dema ez ji Sînemê derketin, herdu birayên min derbasî wê bûn, yê mezin canê xwe jidest da û şewitî û yê din bigiranî birîndar bû.

Di hola Sînemê de, filmekî Misrî bi navê (سواق نص الليل) hat pêşandan, Bozan Berazî jî, ku rizgarbûyekî wê karesatê ye, tekez kir ku ew film ji zarokan re neguncayî bû, herwiha Sîneme ji zarokan hatibû dagirtin, ji ber ku rêvebirên xwendingehên detspêkî li Amûdê, ji hemû şagirtan re gotibûn, divê hûn pereyan bînin û bên Sînemê temaşeyî wî filmî bikin, daku ew pere weke alîkarî ji şoreşa Cezairê re bên şandin û rêvebiran gef li şagirtan kiribûn, ku çi kesê pereyan neyne û neyê Sînemê, ewê ji xwendingehê bê dûrxistin. Lewra wê rojê Sîneme nehat vemirandin û her carê bi sedan zarok derbasî holê dikirin û hol têra wê hejmara zêde nedikir.

Herwiha hin dîdevanan ji bajarê Amûdê tekez kirin, ku berî şewatê, xwediyê Sînemê ji Rêvebirê Bajar re gotibû, amêrên Sînemê gerim bûne û divê bên vemirandin heya hênik bibin, lê wî rêvebirî ku kesekî ereb bû, ew daxwaz red kir û bi zorê hişt ku xwediyê Sînemê amêran pêxistî bihêle.

Li ser vê yekê jî, Bozanê Berazî tekez kir, ku destpêkê gellekî kêfa wan dihat ji ber ku derbasî Sînemê bûne û piştî demekê ji destpêkirina film, agir li dora seqfê Sînemê zîvirî û bi wan çewalan ket, ku nû hatibûn boyaxkirin û got: Me nema zanî ew agir ji ku hat, me got belkî ji ekranê derket, ji tirsa re û ji qêrîna zarokan me nema zanîbû em çi bikin, hineka xwe gihandin pencerê ku bilind û biçûk bû, lê wan nizanîbû ku li pişt wê bîrek heye, dema xwe di pencerê wer kirin, ketin bîrê de û binav bûn. Gellekan jî berê xwe dan derî, lê derî bi aliyê hindir de vedibû, dema zarok li ber derî kom bûn û yên pişt wan jî ew dehf didan daku derkevin, derî bêtir asê dibû. Gellek zarok ji ber dûmanê xeniqîn û ketin û gellek şewitîn.

Wêneyê Mihemed Seîd Axayê Deqorî ku li hewşa Sînema Amûdê hatiye danîn
Wêneyê Mihemed Seîd Axayê Deqorî ku li hewşa Sînema Amûdê hatiye danîn

Dema welatiyên Amûdê bihîstin ku agir bi Sînemê ketiye û dûman bilind bû, bilez zilaman berê xwe dan Sînemê, di nav wan de Mihemed Seîd Axayê Deqorî jî gihişt cem Sînemê. Dîdevanan behsa wê yekê kirin ku Dergevanê Sînemê yan nikarîbû yan nedixwest derî veke û ji Mihemedê Seîd Axa re gotibû, zarokên te ne di Sînemê de ne, nabe tu derbas bibe, lê Mihemedê Seîd Axa bersiva wî da û got: Hemû zarokên di Sînemê de, zarokên min in. Û piştre derî bi zorê vekir û derbasî nav wî agirî bû.

Bozanê Berazî got: Dema derî vebû, hejmareke baş ji zarokan rizgar bû, bi taybet yên li ber derî bûn, lê gellek li dawî mabûn şewitî bûn û hin ji dûmanê xeniqîbûn. Min jî xwe bizorê nêzîkî derî kir. Min derî nedît. Lê min destek wek yê bavê xwe di nav destên zilaman de dît. Min bi wî destî girt û min hewar kir: Yabo Ev ez im. Dema wî destî ez kişandim birastî derket ku dest ê bavê min bû.

Mihemedê Seîd Axa heft caran derbasî Sînemê bû, her carekê jî du zarokên ku nikarîbûn xwe rizagr bikin, dixist bin çengê xwe de û ew rizgar dikirin, lê di cara heftan de, hesinê di bin banê Sînemê de bû, ji germa xwar bû û bi ser Mihemedê Seîd Axa de ket û ew jî di nav zarokên Amûdê de şewitî û canê xwe jidest da.

Birîna welatiyên Amûdê ji wê demê ve, vekirî ma ye, bi taybet piştî ku yekem salvegera wê karesatê hat, rêjîma wê demê ya Sûryê, nehişt xelkên Amûdê bîranîna şewata zarokên xwe vejînin, vê yekê hişt ku gumanên wan bibin bawerî, ku ew agir ne suriştî bû, lê destên veşartî li pişt hebûn.      

N.O