KCK: Di hilbijartinên Şaredariyên Stenbolê de HDP piştgiriya her namzetekê dike dijî AKPyê be

Koma Civakên Kurdistanê KCK radigihîne: Di hilbijartinên Şaredariyên Stenbolê de kîjan namzet dijî AK-Partiyê be HDP dê piştgiriya wî bike.

K24- Hewlêr 

Koma Civakên Kurdistanê KCK radigihîne: Di hilbijartinên Şaredariyên Stenbolê de kîjan namzet dijî AK-Partiyê be HDP dê piştgiriya wî bike.

Hevaseroka KCKyê Besê Hozat dibêje: Stratejiya wan a hilbijartinên 31ê Adarê, di 23ê Hezîranê de di hilbijartina dubare ya Şaredariya Stenbolê de jî berdewam be. Kî dijî hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê namzetê Stenbolê be dê HDP piştgiriya wî bike. Li gor Besê Hozat divê CHP jî divê pêdeçûnek li ser siyaseta xwe ya di derbarê pirsa kurdî de bike. Divê CHP pêwendiya xwe ya digel HDPyê veneşêre û dikare bi HDPyê re hevpeymaniyek ava bike.