Serokwezîr peyama serxweşiyê gihand Wezîrê Pêşmerge

Serokwêzîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera wefata dayika Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl, peyama serxweşiyê ragihand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwêzîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi egera wefata dayika Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl, peyama xwe ya serxweşiyê ragihand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi pêwendiyek telefonî sersaxiyên xwe gihandin Wezîrê Pêşmerge û parvekirina xem a xwe gihand Şoreş Ismaîl, herweha daxwaza sebr û aramiyê ji malbatê re û ji Xwedayê Mezin şadiya bihuştbûnê ji merhûmê re xwest.

Dayika Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl, Eyşe Hesen îro dema nîvro li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe jidest da.

 

 

 

C.B