Hunermend Îsmayîl Sabûrî çû ber dilovanîya Xwedayê Mezin

Hunermend û stieanbêjê navdarê Kurd, Îsmayîl Sabûrî berî niha li bajarê Silêmanîyê wexera dawîyê kir û çû ber dilovanîya xwedayê mezin.

K24- Hewlêr

Hunermend û stieanbêjê navdarê Kurd, Îsmayîl Sabûrî berî niha li bajarê Silêmanîyê wexera dawîyê kir û çû ber dilovanîya xwedayê mezin.

Li gor zanyarîyan, Îsmayîl Sabûrî, hevrûşî şepleya dil bûye, ew bixwe çûye nexweşxaneyê; lê be egera xirabîya tendûristîya wî canê xwe ji dest daye. Ev stiranbêjê navdarê Kurd li salên heftêyan de  li sedeya bûrî, karên awazdanan û gelek stiranên resenên Kurdî  stirîye û zêdetir ji 100 berheman heye.

Îsmayîl Mehemed Salih, nasyayî bi Îsamyîl Sabûrî, li sala 1956  li bajarê Kirmaşan li rojhilata Kurdistanê ji dayîk bûye. Li sala 1979 kolîja Hûnerên Ciwan li Tehranê temam kirîye.

Heya ew dema ku li Îranê bûye 105 stiran tomar kiribûn û elbûmek jî bi navê Sefernameya Kurdistanê belav kirîye. Dûv re li başûrê Kurdistanê elbûma Bîrewerî belav kirîye.

Sabûrî evro Yekşembî, 16/6/2019 li bajarê Silêmanîyê çû ber dilovanîya Xwedayî mezin.