Nêçîrvan Barzanî û Nadya Murad rewşa Êzidiyan guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwediya xelata Nobel a Aştiyê Nadya Murad kir û her du aliyan rewşa Êzidiyan guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwediya xelata Nobel a Aştiyê Nadya Murad kir û her du aliyan rewşa Êzidiyan guftûgo kirin.

Roja 10ê vê mehê, di merasîmekê de û bi amadebûna Şahên Siwêd û Norwecê, li Oslo paytexta Norwecê Nadya Murad û Denis Mukwege Xelata Nobel a Aştiyê ya sala 2018an wergirt.

Malpera Fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de, ji ber wergirtina Xelata Nobel a Aştiyê, pîrozbahî li Nadiya Murad kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser hemû cure piştgiriyekê bo kar û çalakiyên mirovî yên Nadiya Murad ên di ber aştiyê û xizmetkirina qurbaniyên Êzidî û gihandina dengên wan bi cîhanê, hewlên jibo rûbirûbûna terorê û cezakirina terorîstên DAIŞê û nasanduna kêysa Êzidiyanweke cenosîd li cîhanê û parastina wan, kir.

Amaje bi wê jî kir, di hevdîtinê de Nadiya Murad spasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û bi kurtî behsa serpêhatî û trajediya xwe û Êzidyan kir û amaje bi hewlên xwe yên ji bo vegerandina aramî û aştiyê bo civaka Êzidî û tevahiya qurbaniyên destê terorê bi giştî kir.

Di hevdîtinê de, Nadiya Murad behsa rewşa niha ya Êzidiyan û bi taybet jî navçeya Şingalê kir û daxwaz kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di avedankirina Şingalê û navçeyên din ên êzidiyan de, vegerandina awareyan û jiyanê û parastina aramiyê li navçeyê, rola xwe bigire.

 

S. B