Damezrînerekî partiya Dawutoglu: Divê pirsa Kurd çareser bibe

Li Tirkiyê serokwezîrê berê Ehmed Dawutoglu li Enqera paytexta Tirkiyê damezrandina partiya xwe ya bi navê "Partiya Siberojê" ji raya giştî re eşkere kir.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkiyê serokwezîrê berê Ehmed Dawutoglu li Enqera paytexta Tirkiyê damezrandina partiya xwe ya bi navê "Partiya Siberojê" ji raya giştî re eşkere kir û da diyarkirin ku ew ê yaseyeke nû ji bo hemû gelên Tirkiyê ava bikin û zimanê zikmakî di perwerde û jiyanê de bidin bikaranîn û fêrkirin. Di dana damezrînarên Partiya Sibarojê de hejmareke zêde kesateyên Kurd jî hene û ev kesayet jî zêdetir bale dikşînin ser çareserkirina pirsa Kurd û demokrasiyê

Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu bi awayekî fermî partiya xwe ava kir. Di 12ê Kanûnê de damezrînerên partiya Dawutoglu serî li wezareta karên navxweyî ya Tirkiyê dan û belgeyên damezrandina partiya xwe standin. Piştî van belgeyan Ehemd dawutoglu li Enqera paytexta Tirkiyê bi civîneke berfireh û bi beşdarîbûna 154 damezrîneran partiya xwe ya binavê Partiya Gelecek bi Kurdî jî Partiya Siberojê ya kusembola wê jî pala dara çinarê ye ji raya giştî re eşkere kir.

Ehmed Dawutoglu di danasîna partiya xwe de zêdetir li ser kêmasiyên li Tirkiyê rawesta û da diyarkirin ku ew ê yaseyeke bingehîn ku mafê hemû netew, ol û pêkhateyên li Tirkiyê biparêze ji nû ve ava bikin û e w ê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdehî û jiyanê de xurtir bikin.

Serokê Giştî yê Partiya Siberojê Ehmed Dawutoglu got: “Wekî hemû welatên pêşketî em ê ji bo ku zimanê zikmakî di perwerdehî û di jiyanê de bi her awayî bê bikaranîn û bê fêrkirin bingehekê ava bikin. Ligel vê yekê Ji bo Tirkiyê ya pêwîst ew e ku yaseyeke nû ya azadîwaz û sivîl ji nû ve bê nivîsandin. Heta ku yasayeke demokratîk neye avakirin li Tirkiyê demokrasi pêş nakeve. Em ê yasayeke ku hemû gelê me din ava xwe de dihevîne ji nû ve binivîsînin.”

Di nava damezrînerên partiya Dawutoglu de nêzîkê 30 kesayetên Kurd cih digrin. Yek ji damezrînerê partiya Siberojê nivîskarê Kurd Vahdettîn Înce bal kişand ser daxuyaniya Dawutoglu ya ku got ew ê di nava vekheviyê de kêşeyên hemû gelên Tirkiyê çareser bikin da zanîn ku evê pirsa Kurd di vê çarçoveyê de çareser bikin û perwerdeya zimanê zikmakî bikin fermî.

Damezrînerê Partiya Siberojê Vahdettîn Înce ji K24ê re got: “ Tabî di Tirkiyê de pirsgirêka herî mezin pirsgirêka herî girîng ya sereke pirsgirêka Kurd e. heger ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin di Tirkiyê de gellk pirsgirêk nikarin bêne çareserkirin u di cîhekî de dixitimin. Wî welatî de Kurd hene, Kurd Qewmekî kevnare ne, millet behsa 20 25 milyon insana dike, bêyî ku pirsgirêka wana bê çareserkirin tu tiştek nikare bibe. Ne ekonomi ne aborî ne siyaset ne sosyolijî tu tu warî de nikarî kevirekî danî ser kevirekî. Ji ber vê yekê ev partiya bi vê helwesta xwe ûmîdekê dixwaze bide gel.”

Aydin Altaçê ku kesayetekî Kurd e û ev jî di nava damezrînerên partiya Ehmed Dawutoglu de ye ji Kurdistan24ê re axaf û got ew ê ji bo ku kêşeyên Tirkiyê çareser bikin hem bi Hikûmeta Kurdistanê re hem jî bi HDPê re hevdîtinan bikin.

Damezrînerê Partiya Siberojê Aydin Altaç dibêje: “Serokê me dema wezîrê karên derve bû ji xwe pir têkiliyeke germ hebû navbera Tirkiye û hikûmeta Kurdistana Iraqê de. Hikûmeta Kurdistana Iraqê jî em bejin li Tirkiyê jî ew ê ni siyaseta demokratîk siyaseta meşru berdewam dike em bejin yekî mina HDPê be jî em ê dîsa bi wan re têkiliyên xwe bikin. Çima Em dixwazin pirsgirêkên Tirkiyê ji holê rabin.”

Serokwezîrê berê Ehmed Dawutoglu k udi nava partiya deshiladtar Ak Partiyê de 17 salan cih girtî bû erken serokweziriyê û wezirtiya Karên Derve birêvebir. Dawutoglu di Îlona 2019an de ji Ak Partiyê îstîfa kiribû û niha bi partiya xwe ya nû ya bi navê Partiya Siberojê û sembola wê jî pala dara çinarê ye di siyaseta navxwyî ya Tirkiyê de dê dest bi siyasetê bike careke din.