Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de, kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Di civîna Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de piştî pêşkêşkirina C.V a kandîdê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ferset Sofî bi koma dengan wek Parêzgarê Hewlêrê hat hilbijartin.

Hewlêr ji sala 1923an ve bûye parêzgeh û bi hilbijartina Ferset Sofî, ew wek parêzgarê 41em dest bi kar dike.

Roja 10ê vê mehê Parêzgarê Hewlêrê yê berê Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî dest ji posta Parêzgarê Hewlêrê berdabû.

Ferset Sofî Elî sala 1978an li gundê Gezne yê ser bi Çomanê ve çavên xwe li dunyayê vekirin.

Parêzgarê nû yê Hewlêrê bawernameya Master û Diktora di Yasaya Giştî de ji zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê wergirtiye.

Di xula Çarem a Parlemana Kurdistanê de parlemanter bû. Herwiha li zanîngeha Polîtîk a Hewlêrê jî mamoste bû.

Ferset Sofî endamê komîteyên Desteya Şêwirkariya Yasayî di Dîwana Serokatiya Herêmê û Komîta Nivîsandina Destûra Herêma Kurdistanê û endamê Komîta Bilind a Çaksaziyê bû û herwiha Serokê Komîta Demkî ya Peyrewa Navxwe ya Parlemana Kurdistanê bû.

Li ser astê Partîtî jî, endamê şanda danûstandkar a pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamê Desteya Rêxistina Camewerî û Pîşeyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.

 

S. B