Tirkiye ji Rêkeftina xwe ligel Amerika bi guman e

Di navbeyna Amerika û Tirkiyê de, ku 8ê Tebaxê rêkeftinek hat kirin, lê bêbaweriya Tirkiyê berdewam dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Di navbeyna Amerika û Tirkiyê de, ku 8ê Tebaxê rêkeftinek hat kirin, lê bêbaweriya Tirkiyê berdewam dike.

Li Enqerê, di derbarê ekeftinê de, dengên bêbaweriyê li hember Amerika, di asta herî jor de, bilind dibin.

Enqere, di derbarê daxwazên xwe yên bi cîh nehatîn de, gelek pirsan şîrove dike û dibêje: Amerika, dîsa dê wan wek babeta Minbicê, mijûl bike.

Piştî lihevkirina 8ê Tebaxê ku 2 roj bi ser re derbas nebû bûn, rayadarên Tirkiyê, bi rêya telefonê li gel Rayadarên Waşintonê axifîn, da ku herêma Ewle zûtîrîn di dem de, were avakirin.

Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokkomarîya Tirkiyê ligel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton axift û daxwazên Enqerê carek din ragihand.

Kalin got: Ew dixwazin, di zûtirîn dem de,  herêma ewle wera avakirin û penaberên Surî yên Tirkiyê li van deveran werin bicîh kirin.

Siyasetmedarên nêzî AKPê yên Tirkiyê jî dibêjin: Amerika dîsa dê wan her wekî Minbicê Mujîl bike û Amerika ne cîhê baweriyê ye.

Ev helwest, di manşetên ragihandina AKPê de jî, tên dîtin.

Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKPê Yasîn Aktay da zanîn: Ew girêdayî bicîhanîna xalên peymanê ji Amerîka bi guman in.

 

 

 

C.B