Îraq qerebûya zîyanên şewtîna dexl û danên cotkaran dike

Perlemana Îraqê biryar daye qerebûya zîyanên şewitîna dexlûdanên cotkaran bike. Bo evê yekê jî dû komîte pêkanîne, yek li ser asta perlemanê û ya dî jî li ser asta hikuemeta Îraqêye.

K24- Hewlêr

Perlemana Îraqê biryar daye qerebûya zîyanên şewitîna dexlûdanên cotkaran bike. Bo evê yekê jî dû komîte pêkanîne, yek li ser asta perlemanê û ya dî jî li ser asta hikuemeta Îraqêye.

Li ser evê mijarê jî Mehemedemîn Faris, endamê komîteya çandinê di perlemana Îraqê de, amaje bi karên komîteyan dike û dibêje: Berdewam çavdêrîya komîteya hikumetê dê bikîn.

Di demkê de amarên şewtîna dex û danên cotkaran roj bi roj zêde dibe, ev yekê weha kirîye ku amareka durist li ber destan nebe. Amar ji dezgehekê bo dezgeheka din cûdaye. Li ba Berevanîya Şaristanî nêzîkî 400 hezar doniman şewitîye. Lê ew rêje li ba Yekêtîya Giştîta Cotkarên Kurdistanê kêmtire.

Ev jî di demekê de ye, rojane li sinûrê parêzgeha Kerkûk û deşta Neynewa dexl û danên cotkaran dişewitin, Ew kesên dûvçûn kririne li ser bûyerên şewitandinê, pişka herî mezin şewtandinê dixin stûyê Erebên Hawirde û Daişê.