Tirk ê li Almanya, giliyê cîranê xwe ji Polisê Tirkiye re kir

Partiya Jîngehê ev babet anî rojeva Parlementoya Almanya. Parlementerê Almanya Cem Ozdemir, xwest ku, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel “bala Serokomarê Tirkiye Erdogan bikşîn e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçeya, ku Tirkekî 62 salî, li herêma Ren a Başûr Vestfalya, giliyê cîranê xwe, bi egera “propaganda ya terorê” ji Polisê Tirkiye re bi rêya xet a gilikîrinê kiriye û bû ye sedema girtina cîranê xwe û zindanîkirina wî ya 14 mehan, bû mijara Parlementoya Almanya.

Ligor malpera Tagesschau ya Almanya, hevwelatiyê Tirkiye gava çû Tirkiye bo bêhnvedanê, ji alî Polîsê Tirkiye ve hate girtin. Jiber ku cîranê wî yê Tirk, giliyê wî bi rêya xet a gilikîrinê ya Polisê Tirkiye kiribû. Hevwelatiyê Tirkiye bi sedema “propaganda ya terorê” 14 mehan hate zindanî kirin.

Partiya Jîngehê ev babet anî rojeva Parlementoya Almanya. Parlementerê Almanya Cem Ozdemir, xwest ku, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel “bala Serokomarê Tirkiye Erdogan bikşîn e û na pejirîn in, ku destwerdan di rewşa navxweyî ya Almanya de bê kirin”.

Ji aliyê xwe ve pisporê hawalgiriyê Erich Schmidt-Eenbom xeta gilîkirinê ya Polisê Tirkiye, wekî “metodek Gestapo (rêxistina hawalgirî ya dema Hitler) ya internet” binav kir û daxwaz kir, ku Almanya rê nede, metodek weha ne-rewa bê bikar anîn.

Herweha Dozgeriya Almanya doz, bi lekolîn a casusî beramberî vê kiryarê da ye destpê kirin.

 

 

 

C.B