Kurd daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî ji Îmamoglu dikin

Komeleyên Kurdan ên li Stenbolê dixwazin ku şaredarê nû yê bajarê Stenbolê piştgirya Kurdan jibîr neke û pêşiya ziman, çand û hunera Kurdî veke û di heman demê de wek zimanê Arebî, Fransî, Îtalyanî û Îngilizî zimanê Kurdî jî, di nava ISMEKê de bike zimanê fermî yê perwerdehiyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Komeleyên Kurdan ên li Stenbolê dixwazin ku şaredarê nû yê bajarê Stenbolê piştgirya Kurdan jibîr neke û pêşiya ziman, çand û hunera Kurdî veke û di heman demê de wek zimanê Arebî, Fransî, Îtalyanî û Îngilizî zimanê Kurdî jî, di nava ISMEKê de bike zimanê fermî yê perwerdehiyê.

Stenbol Li Tirkiyê bajarê herî mezin e li cîhanê jî ji nava 20 bajarên herî mezin di rêza 15emîn de cih digire. Di heman demê de ev bajar ji aliyê Tirkan ve wek bajarê herî mezin yê Kurdan jî tê binavkirin. Li vî bajarê ku çarenûsa Tirkiyê diyar dike, Kurdên lê dijîn di hilbijartinan de piştgiriya CHPê kirin û namzetê wê Ekrem Îmamoglu bi saya dengên Kurdan bû şaredarê nû yê vî bajarî. Baş e Kurd ji Ekrem Îmamoglu çi dixwazin û çi hêviyên wan jê hene? Eyup Subaşi Rêveberê Komeleya Lêkolênên Kurdî dibêje; hêviya me ew e ku Îmamoglu piştgiriyê bide zimanê Kurdî û li ISMEKa şaredariyê wek hemû zimanên din zimanê Kurdî jî bike zimanê fermî yê perwerdehiyê.

Rêveberê Komeleya Lêkolênên Kurdî Eyup Subaşi ji K24ê re got: "Li vir şaredarê nû hate hilbijartin. Herî kêm 6 milyon Kurd hene. Lê wexta ku em li nava Stenbolê meyze dikin Kurdî qet nîn e. Ne li tabelayan ne jî li saziyek resmî heye. Li ti derê em Kurdî nabînin. Ev bi awayekî jî qebûlnekirina Kurdî ye. Îmamoglu hate hilbijartin û got ti pêşqebûlên min nîn in li hember ti zimanekî. Hêviya me ew e ku piştgiriyê bide xebatên Kurdî. Mesele li ÎSMEKê Erebî heye, Îtalyayî heye Fransî heye çima Kurdî nebe."

Komeleyên Kurdan ji serokê şaredariya nû yê Stenbolê bi hêvî ne ku li vî bajarê herî mezin yê Kurdan pêşderaziya li dijî ziman, çand û hunera Kurdî ji holê rake û wek şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê dikin, ew jî li Stenbolê cih bide xebatên çand, huner û zimanê Kurdî di nav pirtûk, kovar û rîsaleyên rojane, heftane û mehane ên bernameyên şaredariya mezin ya Stenbolê de. Genim Rêveberê Navenda Çanda Mezepotmayayê jî dibêje; di dema AK Partiyê de nedibû lê niha ew dixwazin stran û şanoya Kurdî li ser dikên şaredariya Stenbolê pêşkeşî civakê bikin.

Rêveberê Navenda Çanda Mezepotmayayê Genim dibêje: "Yek daxwaza me ew e ku wek bajarê Amedê, bajarê Mêrdînê û hemû bajarên Kurdistanê wek wan zimanê Kurdî bi şeklekî bi fermî di nav rê û rêbazên şaredariyê de bê xebitandin. Em jî di nava wê liv û tevgerê de ne, hindek serdanên me jî hene û em jî dixwazin hindekî têkîldar bibin û bi wan re têkîldariya me jî heye."

Dam û dezgehên Kurdan ên li Stenbolê dibêjin dema zimanê Kurdî jî wek zimanên din di bin banê şaredariyê de bibe zimanê fermî wê hem Kurd bi hêsanî karibin fêrî zimanê xwe bibin û hem jî wê ew krîmînalîzekirina li ser zimanê Kurdî ji holê rabe. Bi boçûna dam û dezgehên Kurdî, vekirina pêşiya ziman, xebat, çand û hûnera Kurdî wê asta demokratîkbûyîna şaredariyê jî bide nîşandan. Li gorî saziyên Kurdan herkes dizane û qebûl dike ku Îmamoglu bi saya Kurdan hatiye hilijartin ew jî divê vê rastiyê bide ber çav û guherînekê pêk bîne ew guherîn jî encax bi qebûlkirina zimanê Kurdî mimkûn e.