Perlemantarên Kendayê peywendîyên xwe li gel kabîneya nû ya hikumetê Herêma Kurdistanê bihêtir dikîn

Hijmarek ji perlemantarên Kenedayê xweşhalîya û piştîvanîya xwe radigehînin bo kabîneya nûya hikuemeta Herêma Kurdistanê û dibêjîn: Li gel serok wezîrê nû yê Herêma Kurdistanê peywendî û hevahengîyên Me bihêztir dibin.

K24- Hewlêr

Hijmarek ji perlemantarên Kenedayê xweşhalîya û piştîvanîya xwe radigehînin bo kabîneya nûya hikuemeta Herêma Kurdistanê û dibêjîn: Li gel serok wezîrê nû yê Herêma Kurdistanê peywendî û hevahengîyên Me bihêztir dibin.

Tom Kîmîç, endamê Perlemana Kenedayê û serokê damezrawe ya Dostînî ya Perlemanê li gel Herêma Kurdistanê , dibêje: Peywendîyên Me bihêztir dibin û wek Ez haydarim Me niha ofîseka Nwênerînîyê li Hewlêrê Heye. Wek dû netewe Peywendîyên Me tim bihêz bûye, lê li vir, di perlemanê de armanca  Me ya sereke ewe peywendîyên xwe li gel hikumet û perlemana niha bihêz bikîn.

Li ser Hewlêst û bernameyên karê dahatîyê Kenedayê li gel Herêma Kurdistanê, perlematarên Kenedayê dibêjin: Bi egera şarezayî û dostînîya Me bihêz ya li gel Mesrûr Barzanî raspartî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê, Em di wê bawerîyê deyne ku peywendîyên di navbera Otawa û Hewlêr bihêztir dibin.

Zîyad Ebûlteyîf, endamê Perlemana Kenedayê got: Peywendîyên Me tim bihêzbûn çunku Me berdewam bawerî bi wê yekê hebûye ku bi dirêjahîya dîrokê reftarên rewa li gel Kurdan nehatîne kirinû hêvîdarîn bikarîn şaşîyên neteweyên din û şaşîyên dîrokê rast vekîn li beranber  Kurdan û  wan ayîndeyeka baştir hebe, wek Min got, tim berdewam dibîn li hevahengîyê.

Keneda wek hevpeymanekê NATOyê û welatekê bihêz li cîhanê, bawerî û mitmaneyeka bihêz heye bi seng û pêgeha Kurdistanê di paraztina aramî, geşekirin û avedankirina deverê de, lew ew endam perleman dilnîyayê didin ku peywendîyên navbera Hewlêr û Otawa de diçin qonaxeke gelek pêşkevtîtir û bihêztir.