Ji serdana şandeya Amerîkî çi derket?

Serdana şandeya Amerîkî bo Tirkiyeyê ji aliyê pispor û akademîsyenên Tirkiyê ve ji nêz ve tê şopandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Serdana şandeya Amerîkî bo Tirkiyeyê ji aliyê pispor û akademîsyenên Tirkiyê ve ji nêz ve tê şopandin. Li gorî beşek ji pisporan, rageşiya ku beriya serdanê dest pê kiribû bi nedîtina şandeyê li gel Serokomarê Tirkiyê gihîşte asteke bilind û di van hevdîtinan de encameke berbiçav derneket. Li aliyê din li gorî hin pisporan jî, Amerîka û Tirkiye li herêmê du welatên hevpeyman in ku mecbûrî hev in, ji loma jî wê lihev bikin. Herwiha tê çaverêkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo danûstaninên esasî di rojên bê de bê serdana Enqerê.

Ji bo gotûbêjkirina mijara Sûriye û vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê şandeyeke payebilind ya Amerîkî bi serokatiya John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîka hat serdana Tirkiyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin di atmosfereke aloz de hat kirin ku beriya serdanê her du alî daxuyaniyên li dijî hev dabûn. Heta hevdîtina ku li gel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan dihat payîn pêk nehat û şandeya Amerîkî bêyî ku li pêşberî çapemeniyê daxuyaniyeke bidin vegeriyan Washingtonê. Berdevkê Serokomariyê jî gotegotên ku Tirkiye bo YPGê garantî daye Amerîkayê red kir. Ev mijar di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de bi baldarî tê şopandin.

Li gorî hin pisporan ji vê serdanê ti lihevkirineke derneketiye û ji vir şûn ve herêm wê bêhtir ber bi rageşiyê ve biçe. Pisporê peywendiyên navdewletî Prof.Dr.Huseyîn Bagci dide zanîn ku, di peywendiyên Tirk û Emerîkî de cara yekem e şêwirmendekî ewlehiyê yê Amerîkî bêyî ku bi Serokomar re bicive ji Tirkiyê vedigere.

Akademîsyenê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyîn Bagci ji K24ê re wiha axivî: "Beriya serdana şandeya Amerîkî daxuyaniyên Bolton Enqeyê acis kir. Qasî me ji vê hevdîtinê fêm kir ji vê serdanê lihevkirineke derneketiye. Lewre Tirkiye jî Amerîka jî ya xwe dikin û di helwestên xwe de paşve gav navêjin. Ji loma jî li gorî min wê Amerîka piştgiriya xwe ya bo Kurdan bidomîne û wê hêzên xwe venekişîne. Ji ber vê qasê em dikarin bibêjin di navbera Tirkiye û Amerîka de qadeke şerî dest pê dike. Mimkûn e ku Tirkiye operasyoneke pêk bîne û bi Amerîkayê re were beramebrî hev. Rewş gelekî tevlihev bû."

Li aliyê din hin pispor jî dibêjin Erdogan bi Bolton re neciviya lewre xwest peyameke bide Emerîka û raya giştî ya navxweyî. Pisporê peywendiyên navdewletî Omer Gok jî dibêje, wê Amerîka û Tirkiye lihev bikin.

Pisporê KAFKASAMê Omer Gok diyar dike: "Ev pêş hevdîtin bû. Pompeo pêşî Bolton dişîne bi dû re bixwe tê. Hevdîtinên eslî wê bi Pompeo re bê kirin. Tirkiye biryardar e ku hebûna YPGê li rojhilatê Feradê tune bike. Ji loma jî Tirkiye veguhestina barhilgir û leşkerên xwe bo ser sînor zêdetir dike. Li gorî min dê Amerîka li dijî operasyonê dernekeve û wê leşkerên xwe vekişîne. Wisa dixuye di heyama bê de wê bi hevkariya Amerîka, Tirkiye û Rûsya li Sûriyê proseyeke nû ya çareseriyê dest pê bike."

Piştî biryara Serokdewletê Amerîkayê Trump ya vekişandina hêzên leşkerî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavusoglu bo nirxandina mijarê çûbû Moskowê û hatibû gotin ku Enqere hewl dide di navbera Washington û Moskowê de polîtîkayeke hevsengiyê bimeşîne. Niha jî piştî serdana Bolton tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bê Tirkiyê û mijarên aloz bên gotûbêjkirin.