Merkel: Ez ne ligel im Tirkiye bibe endamê YE

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel dibêje: Hilbijartinên Tirkiyê yên 31ê Adarê, çi gavên demokratîk bixwe re neanîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel dibêje: Hilbijartinên Tirkiyê yên 31ê Adarê, çi gavên demokratîk bixwe re neanîn.

Merkel ji  Süddeutsche Zeitungê re dîyar dike: Ew çi caran ligel wê yekê nebûye, ku Tirkiye bibe endamê Yêkitîya Ewrûpa (YE).

Merkel di derbarê Tirkiyê de dibêje: Piştî hilbijartinan û pêşketinên sîyasî yên vî welatî, mirov dibîn e, ku ji endambûyînê her dûr dikeve.

Merkel diyar dike: Rewşa Tirkiyê û helwesta hikûmetê, mirovan dixe nava gûmanan. Ji ber ku ev kiryar, ne ligor prensibên Yekitîya Ewrûpa ne.

Şêwirmenda Almanya Merkel da zanîn: Pêwendiya Hikûmeta Tirkiyê bi rêxistinên tundrew yên Îslamî li Surîyê jî, babeteke ku bo me tewazine.

Merkel da zanîn: Ew jî, wekî hemû Endamên Yekitîya Ewrûpa, di endambûyîna Tirkiyê de, bi gûman e.

 

 

C.B