DAIŞ êrîşî xaleke xweradestkaran li Baxozê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşekê liser xaleke xweradestkirina çekdarên DAIŞê û malbatên wan li Baxozê 6 kes hatin kuştin û hejmareke kesên din jî brîndar bûn.
Jêderek ji Hêzên Sûriya Demûkrat li Baxozê ragehand, îro 3 jinên DAIŞê bi bombeyan êrîşî xaleke HSDê ya xweradestkirina çekdarên DAIŞê û malbatên wan kirin e, di encam de 6 kes hatine kuştin û hejmareke din jî brîndar bûn e.
Ev yekem car e jinên çekdarên DAIŞê li Baxozê êrîşan li dijî HSDê û welatiyên, ku ji wî bajarokî derdikevin dikin.
C.B