Mezlûm Ebdî ji bo çarenivîsa girtiyên DAIŞê bersiva Lavrov dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê dide û radigihîne, derbarê çarenivîsa girtiyên DAIŞê de, hevrêziyeke berdewam di navbera HSD û Amerîka û Rûsyayê de heye.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li Twittera xwe nivîsî, tevî karînên kêm ên HSDê û gefên Tirkiyê li ser girtîgehên çekdarên DAIŞê çê dike, lê HSDê karî vê dosyê birêve bibe û ewlehî û aştiya navdewletî biparêze.
Mezlûm Ebdî bersiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî da û got: Raportên Lavrov behsa wê dike, ne bi dîqet in. Di derbarê çarenivîsa çekdarên DAIŞê, hevrêziyeke hema hema rojane di navbera hêzên me û aliyên navdewletî ji nava wan jî Amerîka û Rûsyay de heye”.
Sergey Lavrov ragihandibû, çekdarên DAIŞê ji girtîgehên HSDê direvin û Mosko lêkolînê di derbarê nûçeya ku HSDê bi pereyan çekdaran berdide de dike.
Fermandarê HSDê pêştir ragihandibû, nêzîkî 12 hezar çekdarên DAIŞê li cem HSDê girtî ne.
S. B