Amerîka: Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî li pêşya tawanên Îran bêdeng e

Nikki Haley: Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî di dema xwepêşandanên Îranê de, ti helwest neda xuyakirin û li pêşya binpêkirina mafên mirovan li Îranê bêdeng ma.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley ragihand, ku Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî di dema xwepêşandanên Îranê de, ti helwest neda xuyakirin û li pêşya binpêkirina mafên mirovan li Îranê bêdeng ma.

Nikki Haley diyar kir, ku di dema derbasbûyî de, xelkê Îranê li dijî gendeliyê û desthilatê derketin xwepêşandanan û hêzên rêjîma Îranê bi tundî bersiva wan dan, hejmarek ji xwepêşanderan hatin kuştin û hin jî birîndar bûn û hejmarek din jî hatin girtin, lê Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî, beramberî tawanên rêjîma Îranê bêdengî hilbijart.

Herwiha Haley diyar kir, ku wê rêxistinê, di bicîkirina kar û erkên xwe de, derbarê kiryarên li dijî mafên mirovan li Îranê, xemsarî kiriye û erkên xwe bicî nekiriye.

N.O