Beşîr Hedad daxwaz ji hikumeta Îraqê dike Kurdên Feylî qerebû bike
K24- Bexda
Beşîr Hedad, cêgirê serokê perlemana Îraqê ragehand: Kurdên Feylî sitem û zordarîyek mezin lê hatîye kirin li ser destên rijêma berê ya Îraqê û hevrûşî Cînosayîd û kuştinê bûye.
Got jî: Heya bigehin mafên xwe, divê kurdên Feylî hevdeng û hev helwêst bin.
Cêgirê serokê civata Nwênerên Îraqê, daxwaz ji hikumeta Îraqê kir, mafê Kurdên Feylî vegerîne û wan qerebû bike.