Amerîka bo Tirkiyê: Wergirtina S-400 dereng bixe

Amerîka ji Tirkiyê daxwaz kir ku wergirtina sîstema berevaniyê ya Rûsî S 400 dereng bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka ji Tirkiyê daxwaz kir ku wergirtina sîstema berevaniyê ya Rûsî S 400 dereng bixe.

Li gorî nûçeya “Reuters” rayadarên Amerîka  ji Tirkiyê daxwaz kirine ku wergertina sîstema berevaniya esmanî S 400 yên Rûsî dereng bixe.

Tê gotin, li beramber vê gava Tirkiyê, Amerika gotiye, dê li bi Tirkiyê re li bakurê Sûriyê li deverên aram dewriyên hevbeş pêk bînin.

Hat ragihandin, Tirkiyê jî ev bersiva daxwaza Amerîka daye û gotiye: Ewê vê pêşniyaza Amerîkayê li ber çavan re derbas bikin.

Tirkiyê sala bûrî ji Rûsyayê bi 2.5 milyar Dolaran mûşekên S-400 kirîbû. Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser mûşekên S-400 û firoke yên F-35ê de rageşî berdewam e. Amerîka di egera standina mûşekên S-400an de gefan li Tirkiyeyê dixwe û dibêje dê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35an werê derxistin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg berî çend rojan li Enqerê diyar kir, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.

 

S. B