Rûsya duyem gera çavdêriyê ya esmanî li Hesekê pêk anî

Hêzên esmanî yên Rûsyayê duyem gera xwe ya esmanî bi helîkopteran li esmanê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên esmanî yên Rûsyayê duyem gera xwe ya esmanî bi helîkopteran li esmanê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, îro helîkopterên ji cureyên Mi8 û Mi35 yên Rûsî gereke esmanî li esmanê parêzgeha Hesekê û rêyên sereke yên li bakurê rojhilatê Sûriyê kirin.

Li gor Berevaniya Rûsyayê, gerên wê yên esmanî li wê navçeyê dê alîkar be bo zêdekirina hebûna hêzên esmanî li esmanê Sûriyê û dê alîkar be bo riyên nû ji Polîsên Leşkerî yên Rûsî re deyne.

Amaje bi wê kir, şanda mirovî ya bi ser navenda Lihevhatinê ya Rûsî jî, dê li bakurê rojhilatê Sûriyê belav bibe.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Pêncşema bûrî 7ê Mijdarê yekem gera çavdêriya ya esmanî li bakurê rojhilatê Sûriyê encam da û helîkopterên wê li esmanê firokxaneya Kiwêris, Eyn Îsa, Reqayê firiyan.

 

S. B