HSD dest bi êrîşa ser Baxozê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Baxozê destpê kir û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê bi tundî bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona xwe li dijî çekdarên DAIŞê li Baxozê destpê kir û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî pêgehên DAIŞê bi tundî bombebaran dike.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mustefa Balî ji K24ê re ragihand, moleta ku wan dabû çekdarên DAIŞê yên li Baxozê mane bidawî hat û êrîşa wan li dijî DAIŞê destpê kir.

Balî ji K24ê re tekez kir, di nava Baxozê de çekdarên DAIŞê yên biyanî mane û şer û pevçûn bi giranî diçe û firkoyekê Hevpeymaniya Navdewletî komgehên çekan ên DAIŞê bombebaran kir.

Çend roj in HSDê ji ber derxistina sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê, molet dabû DAIŞê û operasyona xwe rawestandibû.

HSDê ji meha Îlona 2018an ve dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê kiriye û ji 9ê Sbata bûrî ve dawî baregeha wê li bajarokê Baxoz bi temamî xistiye dorpêçê û bi hişyarî operasyonê birêve dibe.

HSD ji ber hebûna sivîl û malbatên çend roj in êrîşî xwe rawestandiye û dest bi sivîl û malbatên DAIŞê ji Baxozê derdixe û li gor zanyariyan di vê demê de nêzîkî 20 hezar kes ji wî bajarokê derketine û hejmarek mezin ji çekdaran jî xwe radestî HSDê kirine.

 

S. B