Cotkarê nimûneyî: Êdî berhemên derve nexon û xortan fêr bikin Kurdistanê kesik bikin

Evro li bajarê Hewlêrê berhemên xwemalî yên cotkarê nimûne, Azad Mehemed dihên nîşandan û di nav berhemên wî de jî corên henaran pişka herî mezine.

K24- Hewlêr

Evro li bajarê Hewlêrê berhemên xwemalî yên  cotkarê nimûne, Azad Mehemed dihên  nîşandan û di nav berhemên wî de jî corên henaran pişka herî mezine.

Azad Mehemed nasîyayî bi cotkarê nimûneyî bi Kurdistan24 ragehand: Aramanca min ji nîşandana behermên xwemalî li Hewlêr ewe, ku bêjim xelkê, êdî berhemên derve nexon û berhem û bêrendên welatê xwe bixon û rezvan û baxvanên welatê me ji karê çandinê sar nekin. Divê xortên xwe fêr bikîn Kurdistanê kesik bikin.

Amaje bi wê yekê jî kir:  Di dema burî de, ez çûm e sê welatan û li wir min 35 corên tovên behemên cuda bi xwe re anîne.