3 çekdarên DAIŞê li sînorê Şingalê xwe teqandin

Sê çekdarên DAIŞê ji Baxozê dawî pêgeha DAIŞê reviyabûn, xwe li sînorê Şingalê teqandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê çekdarên DAIŞê ji Baxozê dawî pêgeha DAIŞê reviyabûn, xwe li sînorê Şingalê teqandin.

Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, îro çend çekdarên xwekuj ên DAIŞê ji Baxoza Sûriyê reviyabûn, li gundê Girzerkê yê ser bi Şingalê ve êrîşî ser çekdarên ketîbeya Wehdulah a Heşda Sunî kir.

Da zanîn jî, piştî rûbirûbûna bi wê ketîbeyê re, sê çekdarên DAIŞê xwe teqandin û di encamê de çekdarekî Heşda Sunî birîndar bû.

Hevdem jî, medyaya Iraqê belav kir, şeş çekdarên DAIŞê êrîş kiribûn, sê ji wan ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin kuştin û sê çekdarên din jî xwe teqandin.

 

S. B