Turk: Dibe encamê hilbijartinê pêvajoyeke nû bi xwe re bîne

Bernamzedê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk dibêje, ew hilbijartinên herêmî wek destpêkekê dibîne û dibêje, dibe ku bi encamên hilbijartinê re pêvajoyeke nû destpê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bernamzedê şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk dibêje, ew hilbijartinên herêmî wek destpêkekê dibîne û dibêje, dibe ku bi encamên hilbijartinê re pêvajoyeke nû destpê bike.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk ku beriya du salan ji posta Şaredariya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn, dîsa bo hilbijartinên herêmî bû bernamzedê HDPê yê Şaredariya Mêrdînê.

Turk da zanîn, temenê wî êdî gehîştiye astekê û biryar dabû ku êdî dest ji siyasetê vekişe, lê li hemberî helwestên desthilat û kiryarên Qeyûman nexwestiye bêdeng bimîne û careke din bûye namzetê şaredariyê.

Da xuyakirin, gel dê xwedî îradeya xwe derkeve û nîşan bide ku siyaset û kiryarên Qeyuman qebûl nake û got, divê ev hilbijartin bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî were dîtin.

 

S. B