Bexda erkên xwe beranber Herêma Kurdistanê cîbicî nake

Li Bexdayê tim behsa erkên Herêma Kurdistanê dikin, lê heya niha li Herêma Kurdistanê behsê erkên Bexdayê beranber bi wê nahêt kirin. Perlmanatarên Kurd li firakisyonên cuda di nav perlamana Îraqê de jî, behsa wan erkên yasayî û destûrî nakin ku pêwîste hikumeta Îraqê bernaber bi Herêma Kurdistanê cîbicî bike. Ev di demekê de ye ku Bexdayê gelek mafên yasayî yên Herêma Kurdisatnê pêşêlkirine û cîbicî nake.

K24- Silêmanî

 Li Bexdayê tim behsa erkên Herêma Kurdistanê dikin, lê heya niha li Herêma Kurdistanê behsê erkên Bexdayê beranber  bi wê nahêt kirin. Perlmanatarên Kurd li firakisyonên cuda di nav perlamana Îraqê de jî,  behsa wan erkên yasayî û destûrî nakin ku pêwîste hikumeta Îraqê bernaber  bi Herêma Kurdistanê cîbicî bike. Ev di demekê de ye ku Bexdayê gelek mafên yasayî yên Herêma Kurdisatnê pêşêlkirine û cîbicî nake.

Perlemanatarên Erebên Sunne yên Îraqê, berdewam in li ser lêdana wê qewana ku dibêjin, Pêwîste hikuemta Herêma Kurdistanê  pabend be bicîbicîkirina erkên xwe yên yasayî û destûrî beranber bi hikumeta Îraqê, Belê çavên xwe jî daxisteine li beranaber erk û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hikumeta Herêma Kurdistanê.

Meyade Necar, perlemantara Îraqê ji Firkaisyona Partîya Demokrata Kurdistanê, bi Kurdistan24 re ragehand: Bexda ti pabendbûn nîne bo wan erkên destûrî yên dikevin stûyê wê bernaber bi Herêma Kurdistanê û cîbicî nake. Perlemantarên Ereb tenê behsa 250 hezar bermîlên peetrolê dikin, lê heke em behsê hûrgelyên wê bikîn. Bexdayê çend salan budceya Herêma Kurdistanê bîrrîye. bi vî awayî jî hikumeta Bexdayê gelek qerdarê Herêma Kurdistanê ye.

Gelek erk dikeve di stûyê Hikumeta Fedrala Îraqê beranber bi Herêma Kurdistanê, lê wan erkan cîbicî nake, ji wan jî: Cîbicîkirina maddeya 140, bikaranîna zimanê Kurdî, wek zimanê dûyem yê fermî yê dewletê, maf û Îmtîyazatên Pêşmerge, pereya çar salên cotakarên Kurdistanê, asayî nekirina rewşa deverên Kurdistanê yên dikevin derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê, anîna Supa û Heşda Şeibî bi zorê bo wan deveran, ev di demekê de ye ku divê bi hevpişkî li gel Pêşmergey bihên birêvebirin. Bexdayê tenê radest nekirina 250 hezar bermîlên petrolê kirîne bîyanû.

Her peywest bi evê mijarê, Hesen Alî, perlematarê Îraqê ji firakisyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, dibêje: ji hev tênegihêjtina di navebra Bexda û Herêma Kurdistanê her tişt ber bi aqareke xirab birîye. Herêma Kurdistanê gelek hewil dane bo rêkkevtinê û daxwaz kirîye ku bexda wan maddeyan cîbicî bike ku di destûrê de hatine, lê cihê daxêye hikuemtên ji dûv hev hatîyên Îraqê bê xem bûne beranber bi herêma Kurdistanê.

Bi egera nebûna yek helwêstîyê û bi desrvehînana armancên hibî hinek alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê  û çeper girtin beranber bi hikumet û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê, weha kirîye di mêdyayên Erebî de hikumet  û berpirsên Îraqê mifayê ji wan nakokîyan wergirin û neçin jêr barê cîbicîkirina û dnana mafên destûrîyên Herêmê û bi vajî mifayê bigehînin neyarên herêma Kurdistanê.