Serfermandarê Amerîka liser S400an daxûyanî da

Serfermandarê Serbazî yê Amerikayê Joseph Dunford, liser aloziya kirîna mûşekên S400 ên Rûsî ji alî Tirkiye ve daxûyanî da

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandarê Serbazî yê Amerikayê Joseph Dunford, liser aloziya kirîna mûşekên S400 ên Rûsî ji alî Tirkiye ve daxûyanî da.

Dunford anî ziman, ku bawer e dê çareseyek ji vê aloziyê re were peyda kirin, lê mijar gelek gelek zehmet û tevlîhev e.

Dunford liser pirsa Ajansa Reuters a, gelo Amerika dikare firotina firokeyên F35an bo Tirkiye rawestîn e, diyarkir, ku biryar ne di destê wî de ye, lê bawer e, ku gelek zehmet e S400 û F35 di heman demê de li Tirkiye hebin.

Her îro, Cîgira Wezîrê berevanî ya Amerikayê Katie Wheelbarger diyarkiribû, ku: “S400 komputer e, F35 jî komputer e. Hûn nikarin komputera xwe, bi komputer a dijmin ve girê bidin”.

 

 

C.B