Qaymeqamê Şengalê: Duristkirina navçeya aram li Suriyê bandoreke nerênî liser Şengalê û deşta Neynewayê dibe

Qaymeqamê Şengalê radgihîne, duristkirina navçeya aram li bakurê Suriyê bandoreke nerênî liser Şengalê, deşta Neynewayê û navçeyên sînurî li gel Suriyê dibe , herweha dibe sedema vegera Daişê bo navçeyên sînurî bi taybet bo Şengalê

K24- Hewlêr

Di beyannameyekê de, qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl tekez dike , duristkirina navçeya aram li Suriyê ku Tirkiye ûE serperiştya wê dikin, bandoreke nerênî li ser rewşa Şengalê, deşta Neynewa û navçeyên sînurî li gel Suriyê dibe, Xelîl pêşniyaz dike ku navçeyeke aram bo vegera Êzîdîyan bê duristikirin, ku Emerîka û hikumeta Îraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê serperiştîya wê bikin, ev jî di çarçove ya handana Êzîdîyan daku vegerin navçeyên xwe

Her di beyannameyê de, qaymeqamê Şengalê tekez kir jî, ku sedema ne vegerana Êzîdîyan bo navçeyên wan, hebûna PKKye liser çîyayê Şengalê ku rêz li yasayên Îraqê nagre û binpêkirinan encam dide, dîyar kir jî ku navçeyên wan ji bo PKKyê bûye pêgeheke aram û çavkanîya darayîyê û çekdarkirinê.