Tirkiye: Nameya Amerika dijî rihê hevpeymaniyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê bersiva Amerîkayê dide: Nameya Amerîkayê ya di derbarê S400an de, li dijî hevpeymaniya Tirkiye û Amerîkayê ye.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar bersiva nameya hevpostê xwe yê Amerîkî Patrick Shanahan da û nerazîbûna xwe anî ziman. Akar dibêje nameya hevpostê wî, dijî rihê hevpeymaniya Tirkiye û Amerîkayê ye. Ew dê di demek pêş de bersiva nameya Amerîkayê bidin. Ew di derbarê NATOyê de berpirsiyariyên xwe yên beramberî Amerîkayê tîn in cih û divê Amerîka jî beramberî Tirkiyê soz û berpirsiyariyên xwe bîne cih.
Hefteya borî Pentagon bi nameyekê daxwaza destberdana kirîna S400an ji Tirkiyê kiribû û dawî li perwerdebûna pîlotên Tirkiyê yên ji bo bikaranîna ballafirên F35 anîbû.
C.B