Netenyahû: Îranê 80 hezar çekdarên Efxanî û Pakistanî anîne Sûriyê

Serokwezîrê Israîlê dibêje, Îran ji bo jinavbirina welatî wî 80 hezar çekdar ji Efxanistan û Pakistanê aniye Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Israîlê dibêje, Îran ji bo jinavbirina welatî wî 80 hezar çekdar ji Efxanistan û Pakistanê aniye Sûriyê.

Benjamîn Netenyahû di daxûyaniyekê de li Konferansa Asayişa navxweyî li Orşelîmê, ku tê de Wezîrên Asayiş a navxweyî yên Amerîka û 20 welatên din beşdar bûn ragihand, armanca Îranê ji anîna 80 hezar çekdarên Şîe ji bo Sûriyê êrîşkirina ser Israîlê û guhertina ola piraniya Sunne mezhebên Sûriyê ye.

Netanyahû tekez jî kir, ku welatê wî bi êrîşkirina ser bingehên wan Hêzên Şîe yên hevpeymanên Îranê, alîkar bû di peydakirina asayiş û aramiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê de.

 

 

C.B