Suriya: Heya tîrorîst bi yek carî ji nav neçin operasyonên artêşa Sûriyê na rawestin

Wezareta derve ya Sûriyê ragehand, operasyonên artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê narwestin.

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Sûriyê ragehand, operasyonên artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê narwestin.

Wezareta derve ya Sûriyê di dû nameyan de bo Encûmena Asayîşa navdewletî û ji bo Neteweyên Yekbûyî  ragehandîye, komên çekdar û bi hemûyan re jî desteya Tehrîr Elşam di êrîşên xwe de li ser sivîlan li parêzgeha Heleb û Îdilbê berdewa min. 

Bi gotina wê tenê di evê heftîyê de ji encama êrîşên komên çekdar de 23 kesên sivîl hatîne kuştin.

Tekez jî kirîye ku operasyonên artêşa Sûriyê li bakurê rojava li dijî komên çekdar na rawestin û dê berdewam bin heya tîrorîstan bi yek carî ji nav dibin.