Îran: Welatên deverê divê li dijî Amerika bibin yek

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf bang li welatên Rojhilata Navîn kir, li dijî siyaseta Amerika bibin yek.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mhemed Cewad Zerîf bang li welatên Rojhilata Navîn kir, li dijî siyaseta Amerika bibin yek.

Zerîf liser account a xwe ya twitterê nivîsî, ku peymana serdemê ya Serokê Amerikayê Donald Trump pêşkeş kirî, di bîngeha xwe de peymana ixanetê ye. Ligor Zerîf pêkanîna vê projeyê dê ji gelên herêmê û cîhanê re kerasatek mezin be. Hêvî xwest, gelên Musilman şiyar bibin û ji bo doza Filistinê bibin yek.

Herweha Mhemed Cewad Zerîf anî ziman, ku li hember plana Amerika, dive welatên herêmê bi hevûdu re tevbigerin.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Serokomarê Îranê Husameddin Aşîna diyarkir, ku bawer e gelê Filistinê dê rabe ser piyan û intifada bike.

 

 

 

C.B