Li Colemêrgê 6 leşkerên Tirk birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Gerîlayên PKKê li bajarokê Çêlê êrîşê bingeheke leşkerî kirin û 6 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn.
Di derbarê êrîşê de Parêzgeriya Colemêrgê ragihand ko li bajaroka Çêlê gerîlayên PKKyê bi topên hawan êrîşê bingeheke leşkerî kirine.
Da zanîn jî, di encama êrîşê de 6 leşker birîndar bûne û ji wan rewşa leşkerekî giran e.
Hat ragihandin, 6 leşkerên birîndar bi helîkopterê bo nexweşxaneya hikûmî ya Colemêrgê hatin veguhastin.
Operasyon artêşa Tirkiyê li navçê berdewam e.
S. B