Lavrov seredana Kurdistanê dike

Lavrov li gel serok Barzanî dicive

K24- Hewlêr

Biryare meha dahatî, wezîrê derveyê yê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov bo cara yekekem serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên bala yên Herêma Kurdistanê bicive.

Derbarê vê yekê, cêgirê wezîrê derve yê Rûsyayê, Mîxayîl Bogdanov di hevpeyvîneke taybet de bi Kurdistan re aşkera kir, ku meha dahatî, Sêrgî Lavrov, wezîrê derveyê Rûsyayê dê seredana Herêma Kurdistanê bike.

Got jî: Rûsyayê peywendîyeke dîrokî li gel Kurdistanê heye.

Li gor zanîyarîyên Kurdistan24, Sêrgî Lavrov, di seredana xwe de bo Herêma Kurdistanê li gel serok Mesûd Barzanî û her yek ji serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.