Erdogan sûnda yasayî xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan sûnda xwe ya Serokomartiyê xwar û Tirkiye bi awayek fermî ji Sîstema Parlementeriyê derbasî Sîstema Serokomartiyê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan sûnda xwe ya Serokomartiyê xwar û Tirkiye bi awayek fermî ji Sîstema Parlementeriyê derbasî Sîstema Serokomartiyê dibe.

Erdogan Erdogan ku di hilbijartinên 24ê Hezîrana îsal de bi rêjeya 52.56ê dengan bi dest xistibû, serdana parlementoya Tirkiyê kir û sûnda serokomartiyê xwar.

Piştî rewresma sûndxwarinê, Tirkiye bi awayek fermî dê ji Sîstema Parlementeriyê derbasî Sîstema Serokomartiyê bibe.

Piştre dê li Koşka Serokomariyê jî bi beşdarbûna 6 hezar mêvanan rewresma dest bi karkirina Serokomar birêve biçe û Erdogan demjimêr 9ê şevê jî dê kabîneya hikûmeta nû ya Hikûmeta Tirkiyê aşkere bike. 

 

S. B