TEV-DEM hejmara qubaniyên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de radigihîne

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîne, di salên dawî de û di şerê li dijî DAIŞê de 8 hezar û 500 Kurd şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigihîne, di salên dawî de û di şerê li dijî DAIŞê de 8 hezar û 500 Kurd şehîd bûne.

TEV-DEMê di daxuyaniyekê de ragihand, gelê Bakurê Sûriyê û bi taybet Kurdan gelek qurbanî di şerê li dijî DAIŞê de dane.

Li gor daxuyaniya TEV-DEMê, di salên bûrî de û di şerê li dijî DAIŞê de 8 hezar û 500 Kurd şehîd bûne û bêhtir ji 2 kes jî ji pêkhateya Erebî katine kuştin û bi sedan Kiristiyanî jî canê xwe jidest dane.

Bi gotina TEV-DEMê berxwedaniya pêkhateyên Sûriyê bi hev re, demokratîkbûna Bakurê Sûriyê nîşan dide.

HSDê ragihand, hîna operasyona wan li Baxozê bi dawî nehatiye, şervanên wan kampa Baxozê bi temamî kontrol kirine, lê operasyona wan li Baxozê sist bûye û şervanên wan bi hişyarî dest bi pakirina deverên rizgarkirî dikin û eger heye çekdarên DAIŞê xwe di tonelan de veşartibin û êrîşên berûvajî pêk bînin.

Baxoz dawî baregah DAIŞê li Dêrazorê ye, demeke ji aliyê HSDê ve bi tundî hatiye dorpêşkirin û dest bi dest bi derxistina malbatên DAIŞê kirine û ligel wê jî hejmarek mezin ji çekdaran jî xwe radestî HSDê dikin.

HSDê ji meha Îlona 2018an ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê li ser Hecîn û Baxozê li rojhilatê Dêrzaorê kiriye û ta niha nêzîkî 70 hezar kesî ji malbat û çekdarên DAIŞê ji wê navçeyê xwe radestî HSDê kirine û têçaverêkirin di demeke nêzîk de kontrolkirina Baxozê bi temamî bê ragihandin.

 

S. B