Mezlûm Ebdê: Tirkiye êrîş bike, navçeyê dikin meydana şer!

Fermandarê giştî yê HSD radighîne, ew naxwazin şerê Tirkiyê bikin, lê ger Tirkiye şerê wan bike, dê şerê li dijî DAIŞê rawest e

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê giştî yê HSD radighîne, ew naxwazin şerê Tirkiyê bikin, lê ger Tirkiye şerê wan bike, dê şerê li dijî DAIŞê rawest e.

Mezlûm Ebdê ji rojnameyek nêzîkî PKK re got, Hêzên Sûriya Demokrat naxwaze digel Tirkiyê şer bike, lê ger Tirkiye êrîşî her navçeyek Kurdî li Rojhilatê Firatê bike, ew dê hemû navçeyê bikin meydana şer.

Ebdê herweha got, ger Tirkiye êrîşî Girê Spî bike, dê navçeya ji Dêrikê  heta Minbicê bibe meydana şer û tekez kir, Hêzên wan ji bo şer amade ne û wan biryara xwe da ye Amerîka û Fransayê.

Derbarê helwesta Waşington ji egerê êrîşa Tirkiyê ser navçeyê, Fermandarê Giştî yê HSD got, wan rêkeftinek digel Amerîka derbarê şerê li dijî DAIŞê heye, û şerê wan, niha li deverên Dêrazorê û Reqayê ye, û eger her êrîşek liser wan bê kirin, dê YPG xwe ji bo navçeyên sînorî digel Tirkiyê vekşînin û şerê li dijî DAIŞê rawest e.

 

 

C.B