Serok Barzanî pêşwaziya McGurk kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞ kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞ kir.

Di hevdîtinê de ku Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, her dû aliyan di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15ê vê mehê ya Parlemena Iraqê de danustandina bîr û ramanan kir.

Herwiha di wê  civînê de ronahî xistin li ser proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê û tekezî jî, li ser hemahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li berdewambûna şerê dijî DAIŞ kirin.

 

 

C.B