HSDê 400 jin û zarokê DAIŞê radestî welatên biyanî kirine

Tevî nebûna biryareke fermî ji aliyê welatiyên biyanî ve ji bo veguhatina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, Rêveberiya Xweser û HSDê bêhtir ji 400 kes radestî wan welatan kirine, ku piraniya wan jin û zarok in.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî nebûna biryareke fermî ji aliyê welatiyên biyanî ve ji bo veguhatina welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de ne, Rêveberiya Xweser û HSDê bêhtir ji 400 kes radestî wan welatan kirine, ku piraniya wan jin û zarok in.

Piştî bangên Rêveberiya Xweser û HSDê ji bo birina welatiyên biyanî yên DAIŞê, niha hin welatan hejmarek ji jin û zarokên DAIŞê yên li kampa Holê li başûrê Hesekê ne wergirtine.

Heta niha Rêveberiya Xweser 148 jin û zarokên Ozbekîstanî, 130 jin û zarokên Kosovî, nêzîkî 100 jin û zarokên Kazixistanî, 17 zarokên Fransî, 8 welatiyên Amerîkî, 7 Siwêdî, 6 Belçîkî, 5 Nerojî, 5 Sudanî, 3 Rûsî û 2 welatiyên Hollandî radestî wan welatan kirine.

Berî niha zîndanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 280 çekdarên DAIŞê radestî desthilatên Iraqê kiribû, ku di nava wan de hin çekdarên biyanî jî hebûn.

Çekdarên DAIŞê yên biyanî hîn di zîndanên HSD û Rêveberiya Xweser de ne û ew pêşniyaz dikin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê ji bo dadgehkirina wan were avakirin, lê di dema dawî de Fransayê pêşniyaz kiribû ew dadgeh li Iraqê bê avakirin, ne li Rojavayê Kurdistanê.

Kampa Holê li başûrê Hesekê niha zêdetir ji 73 hezar koçberan vedihewîne û piraniya wan malbatên DAIŞê ne, ji nava wê hejmarê 12 hezar kesên biyanî ne, 4 hezar jinê biyanî ne û 8 hezar jî zarok in. Lê ev hejmar, malbartên Îraqî lixwe nagire, ku li gor amarên Netewên Yekgirtî hejmara wan digihe 29 hezaran.