Zêbarî: Me pêşniyazek kir parlemento aktîv bibe û serokê parlemento jî vegere

Endamê Polîtburoya Partiya Demolkrata Kurdistanê û endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Huşyar Zêbarî piştî bidawîbûna civîna îro ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêve çûbû, ji medyayê re axivî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partiya Demolkrata Kurdistanê û endamê Encûmena Bilind a Referandûmê Huşyar Zêbarî piştî bidawîbûna civîna îro ya bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê birêve çûbû, ji medyayê re axivî.

Zêbarî got, dibe parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin û bo wê mebestê jî pêşniyazeke dewlemend me pêşkêşî Tevgera Goranê û aliyên din kiriye, ku em amade ne parlemento aktîv bikin û tenê serokê parlementoyê vegere, lê ew yek dibe li gor rêkeftinekê di navbera PDK, Tevgera Goranê û YNKê û aliyên din yên Kurdisanê be.

Zêbarî amaje bi wê jî kir, herçend e bê parlemento jî ti pirsgirêkek ji referandûmê re derneketiye, ji ber ku ew prose girêdayî hin dezgehên din yên cibicîkar e, lê bi pêwîstî dizanin ku tevahiya dam û dezgehên Kurdistanê beşdar bin û piştevaniya serxistina referandûmê bikin.

Zêbarî beşdarîkirina Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civînê de wek beşdariya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) zanî û got: “Bêgûman ew her du kesên bi bandor bêyî agahdariya YNKê nehatine û beşek in ji prose û mafê çarenivîs e.”