HSD: 5 Km ji Sinûrê Tirkiyê dûrîn me çeperên berê têkdan
K24- Hewlêr
Fermandarê Civata Leşkerîya Girê Sipî, eşkere dike Hêzên Surya Demokrat (HSD) li devera ewle nemane û pirosêsa têkdana tonêl û sengeran jî bidawî kirîne.
fermandarê Ccvata Leşkerîya bajarê Grê Sipî xelîl, Xelfo ragehand ku Hêzên Sûriya Demokrat pênc kîlometran ji sînorê li gel Tirkiyê vekişyane û xalên xwe jî radestî pasewanên sînor kirîne.
Herweha, Xelfo ew yek jî eşkere kir ku di çarçoveya rêkeftina devera ewle ya di navbera Emerîka û Tirkiyê de, wan îro lgel hêzên Emerîka pirosêsa têkdana wan tonêl û sengeran bidawî hat ewên ku berî niha çêkiribûn.