Netanyahu: Divê hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, Îsraîl, Amerîka û Rûsya li ser çareseriya siyasî û ewlehiya Sûriyê hevnerîn in û divê kar li ser derxistina hemû hêzên ku piştî 2011an derbasî wî welatî bûne, were kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, Îsraîl, Amerîka û Rûsya li ser çareseriya siyasî û ewlehiya Sûriyê hevnerîn in û divê kar li ser derxistina hemû hêzên ku piştî 2011an derbasî wî welatî bûne, were kirin.

Îro li Qudisê lûtkeyek derbarê ewlehiya Îsraîlî, Amerîkî û Rûsî birêve diçe. Berî destpêkirina lûtkeyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, divê hemû hêzên piştî sala 2011an derbasî Sûriyê bûne, vekişin û got: Îsraîl bi sedan car destêwerdan kir, ji bo rê nede Îran li Sûriyê bihêz bibe.

Netanyahu tekez kir jî, welatê wî dê bi berdewam kar bike, ji bo Îran ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî ser Îsraîlê neke û dê bi tundî bersiva her êrîşekê bide.

Netanyahu got jî, Tilevîv, Washington û Mosko derbarê Sûriyê de hevnerîn in, divê aramî û aştî li Sûriye peyda bibe. Armanca wan a hevbeş jî ew e, hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton di gotina berî civînê de bi tundî rexne li Îranê girt û bi sedema tevliheviyê binav kir û got: Ev civîn di demeke hestiyar de tê lidarxistin. Em dibînin ku Îran jêdera sereke ya terorê ye û piştevaniyê wê li deverê dike. Serok Trump pêşniyaza danûstandinan vekirî hîştiye, tenê maye ew qebûl bikin.”

 

S. B