Li Kobanê bombeyek bi otombîleke Rûsî de teqiya

Bombeyeke vedayî bi hêzên Rûsî yên li Rojavayê Kurdistanê de teqiya û hejmarek serbazên Rûsî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombeyeke vedayî bi hêzên Rûsî yên li Rojavayê Kurdistanê de teqiya û hejmarek serbazên Rûsî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê belav kir, dema hêzên Rûsî û Tirkî amadekarî bo encamdana gereke hevbeş li Kobanê bikin, bombeyeke vedayî bi otombîleke serbazî ya Rûsî de teqiya.

Aşkere kir jî, di encama teqînê de 3 serbazên Rûsî birîndar bûn û ziyan gihîşt otombîlê.

Di çarçova hevtêgihîştina Rûsî – Tirkî ya li ser Rojavayê Kurdistanê di 22 Cotmena bûrî de, hêzên Rûsî û Tirkî gerên hevbeş ên çavdêriyê li ser sînor dikin.

 

S. B